Her Kes Dizane - Leonardo Cohen
HER KES DIZANE - LEONARDO COHEN (Everybody Knows)
Her kes dizane ku zar bi hîle ne
Her kes bi tiliyên çeperastkî wana difirîne
Her kes dizane şer kuta bûye
Her kes dizane mêrikê qenc têk çûye
Her kes dizane ev ceng bi dexelî ye
Xizan xizan dîmîne, zengîn zengîntir dibe
Ev her wuha didomîne
Her kes dizane
Her kes dizane beleme avê hildide
Her kes dizane kaptan derewa dike
Her kes di dil da ev hesta tehmsark e
Mîna bavê wana yan jî segê wana miriye nûke
Her kes ji bêrîka xwe ra diaxive
Her kes pakîte çoklat dixwaze
Û guleke dox dirêjane
Her kes dizane
Û her kes dizane tu ji min hez dikî bebikê
Her kes dizane bi rastî jî hez dikî tu
Her kes dizane ku tu her wefadar bûy
Ax, kêm yan jî zêde, şevek yan jî dudu
Her kes dizane tu her bi tevdîr bûy
Lê gellek meriv hebûn bihatayî rû bi rû
Bêyî ku kincên te li ser te ne
Her kes dizane
Her kes dizane, her kes dizane
Ev wuha didomîne
Her kes dizane
Her kes dizane, her kes dizane
Ev wuha didomîne
Her kes dizane
Û her kes dizane ku yan niha yan jî tucar
Her kes dizane ez yan jî tu
Û her kes dizane tu dijî herûher
Ah, gava tu rêzikekî pêk tînî yan jî du
Her kes dizane ew peyman genî ye
Kalemêrê Reş Joe hê jî pembû berav dike
Ji bo qurdêleyên te û ya dihavjî ser milane
Û her kes dizane
Û her kes dizane ku weba tê
Her kes dizane weba dilezîne
Her kes dizane mêr û jina tazî
Tenê qafikên birqonek ên berê ne
Her kes dizane dîmen mirî ye
Lê mêtrek li ser nivînan e
Ya dê eşkere bike tişta kes dizane
Û her kes dizne serê te di belayê da ye
Her kes dizane çi hate serê te
Ji xaçê bi xûn ê li ser girê Kalvarî
Ta berava Malibu
Her kes dizane pirtevedibe
Careke dawîn li vî Dilê Pîroz binêre
Beriya ku xwe biteqîne
Û her kes dizane
Her kes dizane, her kes dizane
Ev wuha didomîne
Her kes dizane
Her kes dizane, her kes dizane
Ev wuha didomîne
Her kes dizane
Comments
Post a Comment