Leşkerê Firotinî - Deep Purple
LEŞKERÊ FIROTINÎ* - DEEP PURPLE (Soldier of Fortune)
Min pirrî cara çîrok vegotine ji te ra
Di derbarê rê da
Jiyana serberedayiyekî jiyam
Yê di nava hêviya roja xwe da
Heger min destê te bigirta
Û bisitiriyama stran ji te ra
Dibe ku te bigota
''Ca were li rex min dirêjbe û ji min hez bike''
Û bêguman ez ê jî bimama
Lê pê dihisim ku kal dibim
Û stranên ku ez sitirîm
Di dûrahiyan da olan vedide
Weke dengê
Bagurkeke her ba dibe
Barkem ez ê herdem bibim
Leşkerekî firotinî
Gelle caran ez bûme ger û geyştyar
Her li tişteke nû geriyam
Di rojê kevnare da
Dema şev dibûn sar
Bê te veleziyam
Lê wan rojan
Ji min wetrê, min dît bi çavan
Tu li ba min bûyî li van deran
Her çendî mêriv şaş dike jî, korî
Nîşan dide ku ne li vir î
Lê pê dihisim ku kal dibim
Û stranên ku ez sitirîm
Di dûrahiyan da olan vedide
Weke dengê
Bagurkeke her ba dibe
Barkem ez ê herdem bibim
Leşkerekî firotinî
Erê, deng tê min
Yê bagurkeke her ba dibe
Barkem ez ê herdem bibim
Leşkerekî firotinî
Barkem ez ê herdem bibim
Leşkerekî firotinî
Fortune soldier: Leşkerekî ne ji bo dozekî; lê ji bo pereyan diçe ceng û şeran
Comments
Post a Comment