Lityûm - Evanescence

 LIHTIUM - EVANESCENCE (Lithium)


Lîtyûm*, naxwazim min kilît bike di hundir da

Lîtyûm, naxwazim ji bîr bikim ku çawa hest dikim bê(lîtyûmê)

Lîtyûm, dixwazim evîndar bimînin ji kedera xwe ra

Ax Xudao, lê dixwazim berê wê bidim ku here


Were ser nivînan, nehêle tenê razêm

Nikaribûm veşirêm valahiyê; te hîşt xwe nîşan bide

Tu carî nexwest ev qas sar bibe

Têra xwe jê venexwar ku bibêjî ji te hez dikim


Nikarim bi xwe ra tabê bikim

Çi kula min heye, meraq dikim


Lîtyûm, naxwazim min kilît bike di hundir da

Lîtyûm, naxwazim ji bîr bikim ku çawa hest dikim bê... 

Lîtyûm, dixwazim evîndar bimînin ji kedera xwe ra


Naxawzim vê carê min raxe erdê

Bixeniqîm xwaziya xwe ku bifirim

Li vir, di nava tariyê da ez xwe dizanim

Jê nafilitim heta berê wê nedim

Bihêle ez herim

Cano, ez te dibexşînim her çi bibe jî

Her rewş ji tenêbûnê çêtir e

Dûmahîkê da bêgav mam têk biçim

Her dem ciyê min bigere di nava xweliyê da


Nikarim bi xwe ra tabê bikim

Çi kula min heye, meraq dikim


Lîtyûm, naxwazim min kilît bike di hundir da

Lîtyûm, naxwazim ji bîr bikim ku çawa hest dikim bê... 

Lîtyûm, bimînim evîndar ji te ra, ax

Ez ê dest jê berdim


*Lityûm: Dermanekî psikotîk e, ji bo arîşeya bipolar tê bikaranîn.


 

Comments

Popular posts from this blog

Ibra: Destpêk /Genesis

Waneyên Soranî-Kurmancî

Mîm û Dîm (Galleria ARKadia)